REQA- Desteya Ciwan û Werzîşê û Desteya Jîngehê ya parêzgeha Reqayê sempozyûma diyalogê ya bi navê “Ciwan û Jîngeh” li dar xistin.
Doh piştî nîvro sempozyûma diyalogê bi diruşmeya “Ciwan û Jîngeh”, di meclisa Rêveber de, bi amadebûna endamên jin û mêr ên Desteya Ciwan û Werziş û Desteya Jîngehê hate lidarxistin.
Bi xêrhatina amadebûyan hat kirin û li ser paqijiya jîngehê û girîngiya rola ciwanan di parastina jîngehê de nîqaş hatin kirin.
Beşdaran li ser nêrîn û pêşniyaran nîqaş kirin û di dawiyê de broşurên bi navê “Ciwan û Vegerandin: Gavên ber bi Pêşerojê” ve hatin belavkirin.