FRANKFURT – Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi pêşengiya jinên ciwan ên endamên Jinên Xwendekarên Kurdistanê (JXK) semînerek hat lidarxistin. Di semînerê de bal hat kişandin ser bandorên Polîtîkayên Şerê Taybet ên li ser jinên ciwan. Gelek xwendekarên Kurdistanî û enternasyonalîst beşdarî semînerê bûn.
Di semînerê de ku piştî deqîqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir, mînakên rêbazên şer û sûcên li Kurdistanê tên meşandin hatin pêşkêşkirin û nîqaş hatin kirin.
Her wiha Polîtîkayên Şerê Taybet ên dijmin û jin; bal hat kişandin ser wê yekê ku wan çawa armanc kontrolkirina raman, hest û tevgeran e.