REQA- Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Meclisa Reqayê civîna xwe ya salane ya bi dirûşmeya “Bi rêxistinkirina ciwanên siyasî û îradeya azad em Sûriyeya pêşeroj ava dikin” li dar dixe.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê pakê şehîdan hat destpêkirin. Piştre ji aliya endamên meclîsê Muwefeq Îsmaîl ve perspektîfên Rêber APO hatin xwendin.
Bi xilaskirina xwendina perspektîfên Rêber APO, nirxandina di derbarê rojevên heyî û rewşa siyasî hat xwendin, ji aliyê ciwanan ve jî her wiha rewşa siyasî hat nirxandin.
Bi xilaskirina rojeva rewşa siyasî derbasî rojeva Rewşa Rexistinî û Birdozî hat kirin. Li ser vî esasê kar û xebatê salakî ya Meclisa Ciwanan a Partiya Suriya Pêşaroj hat xwendin her wiha kemasî û nebesiyên ku di vî salê de derketine holê hatin nirxandin. Bi xwendina raporê ve mafê axaftinê ji encamên meclîsê re hatin dayîn.
Bi giştî ciwanên ku mafê axaftinê girtin lidarxistina civîna salana pîroz kirin ve dest bi nirxandinê xwe kirin. Di serî de ji aliyê ciwanan ve beramberê reşwa heyî û taybet rewşa tecrîd û îzalosyona li ser Rêber APO tê meşandin rexnedayîn hat dayîn û ji bo azadiya fizikî ya Rêber APO erka ku dikeve li ser milê ciwanan, bal hat kişandin.
Her wiha ji aliyê ciwanan ve bandora şerê taybet li ser ciwanan û taybet li ser ciwanên Erep hat nirxandin û li dijî van êrîşan divê tekoşînekî çawa were kirin nirxandin hat kirin. Ciwanan diyar kirin ku yekane rêya kesayetên azad avakirin xwe perwerdekirin û taybetî fikir û felsefeya Rêber APO xwendin ve derbas dibe.
Ser van esasan ji aliyê pêkhateyê civinê ve ji bo sala nû peşniyar û plansaziyên kar û xebat hatin diyar kirin. Giştî endam soza xurtkirina kar û xebatan dan.
Civîn bi duruşmeyan hat bi dawî kirin.