ŞEHBA – Jinên ciwan bi boneya 25’ê Mijdarê ji bo ciwanên herêmê semînerek li dar xistin. Di heman demê de Tevgera Ciwanên Şoreşger dest bi perwerdeya Şerê Gel ê Şoreşgerî kirin.
Yekitiya Jinên Ciwan ya herêma Efrîn û Şehba
Ji ber ku 25’ê Mijdarê (roja li dijî tundiya li ser jinê) nêzîk dibe, jinên ciwan ên Şehbayê biryar dan ku semînerekê bidin. Di destpêkê de perspektîfên Rêber APO ser azadiya jinê bi zimanê erebî hatin xwendin. Bi perspektîfa Rêber APO jinên ciwan niqaşa azadiya jinê kirin. Mînak jin çawa her tim di bin siya zilaman de dimîne û çawa dikare xwe ji vê yekê rizgar bike û xwe di warê siyasî de bi rêxistin bike.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ya herêma Efrîn û Şehba
Ciwanên Şoreşger ya herêma Efrîn û Şehba di kampa serdem perwerdeya Şerê Gel ê Şoreşgerî û leşgerî ji ciwanan re bi dirêjbûna hefteyekê dane birêxistinkirin. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker Ciwanên Rojava li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe birêxistin dikin. Ciwanên ya herêma Efrîn û Şehba li ser van bingehan perwerdeya xweparastinê dibînin.