NAVENDA NUÇEYAN- Ji Pênûsa Hasan Çarçala
“Dîrok, kevaneke ke kû tîra xwe ber bi tarîtiyê ve difirîne û mîna ronahiya stêrkê li sîwana gerdûnê eliqî dimîne. Ev tîr roniye kû ji bo rabirduya civak û rasteqînê rêgeheke. Mirov bi xwe jî rêwiyê vê rêgehê bi xwe ye. Dîroka ku em tê de dijîn “lêgerîna rasteqînê” ji me dixwaze. Rêwîtiyekê dijwar û mîna kû rabirdû ji me re dide nîşan şerê başî-nebaşî, tarî-ronahî, hebûn û tinebûyînê dixwaze. Wekî din tu hilbijêrekî jiyanî nemaye.
Hîmên jiyanê di nav ronahiyê de û kêmek jî di tarîtiyê de veşartiye. Ji ber kû hebûna dîrokê û lêgerîna rasteqînê du aliye, pêwîste mirov vê stêrka jiyanê di nav dualîzmê de bigere û bibîne. Heke na rasteqîna dîrokê berovajî dibe. Rabirduya dualîzmê ji bo tevgerek weke PKK’ê hîmên bingehîne. Bêgûman, heke ku PKK jî weke tevgerên destpêkê yên li cîhanê, dîrok û pirsgirêka civakê yek alî bigirta, wê nikarîba çanda serzemîna mezopotamya rakiriba. Ango mirov dikare bibêje kû ji bo tevgerek rasteqîn be, pêwîste lêgerîna wî jî rasteqînî be. Bi hezaran salan e ku Mezopotamya di nav rojhilata navîn de mîna cendekê mirî meşiyayî de dijî. Ev cend cendek wiha ye ku ji dervey wawik û keftaran ti kes nikare xwe nêz bike. Her wawik û keftar pariyek digre û bi tama xwînê û bi laşê birîndar dixwaze keriya cendê bitirsîne. Ango her birînek êşek kûr û nepêçayî ye. Cend sax e û dimeşe lê daxwaz ewe ku bi meşa cendê kerî bitirsîne e. Hêzên hegemon jî ev keftar û wawikin kû dixwazin li Mezopotamya vî cendî bigerînin û mîna ajalan wan bidin jiyankirin. Bi gotina Platon; “Yek şivan e yê mayî jî keriye…”
Li Mezopotamya ango taybet li Kurdistanê ji civaka Kurd re digotin; “Kurdên bê dûv”. Ev gotin ji bo tekoşîna mirovekî hîma sedema şerkirinê ye. Lê derveyî Rêber Apo tu kes newêre vî cendî li serzemîna Mezopotamya hilde. Ev mirî mirîyek wiha ye kû li peytexta Kurdistanê Amedê bi van gotinan lêqî Rêber Apo tê; “Kurd mîna vî êzingê mirî ye’’. Tê çawa bikaribî vî mirovî zindî bikî?” Ev gotinên bi êş rabirduya gelê Kurd dide nîşan ku em li ser “Mirovbûyînê” li ser cendekî dijîn, lê haya me jê nîne. Her çiqas ev rasteqînê nebe jî rastiya dîroka me ya bi êş dide nîşan. Ev sal salên 1970’ yî ne ku pirsgirêka sosyalîzmê û civakbûyînê de em Kurd tine ne. Di heman salan de dîrok xwe dubare dike û şer dibe şerê dualîzmê. Li aliyekî hêzên Sovyet, li aliyekî jî hêzên kapîtalîst li cîhanê di nav şerekî sar de ne. Her du alî jî dixwazin derdorê hev dorpêç û teng bikin. Her du alî jî dixwazin bibin yekane hêzên cîhanê. Lê wekî me li jor jî got, ev ne pêkane! Ango herikbariya dîrokê du aliye û mirov nikare yekî tine bike, yekî bide jiyan kirin. Lê mixabin ev hişmendiya yek alî li ser hêzên sosyalîst, çepgir û demokratan bandor dike û dema ev hêz li cîhanê dirabin û şer dikin ne pirsgirêka mirovatiyê, pirsgirêka proleterya, karker dibînin. Lê mixabin li hemû cîhanê ji qeyrana proleterya zêdetir, pirsgirêka mirovahiyê û civakbûyînê heye. Her çiqas wek “Teorî” li cîhanê xwe nedabe xwiyakirin jî li Kurdistanê bi gotina; “Kurdên Bê Dûv” xwe dide nîşankirin’’. Hêzên kapîtalîst li ser navê “yek netew, yek dewlet û yek ol” dixwaze serdema kapîtalîzmê ya “Fînans Kapîtal” li hemû cîhanê, li hemû dewletan birêve bibe. Ji bo mêtîngeriyê bike ramana “Netew Dewlet” li hemû dewletên cîhanê ferz dike. Mirov dikare bibêje ku di sedsala 16. de bi ramanên Merkantalîzmê İngiltere li hemû cîhanê seferberiya eşkere ya mêtîngeriyê dan destpêkirin.
Rêber Apo vê mêtîngeriya veşartî ya li ser netewperestiyê bi van gotinan pênase dike; “Kurdistan Mêtîngehe”. Dema ku ev şerê kapîtalîzmê li hemû cîhanê tê meşandin, hêzên sosyalîst jî ji aliyê proleterya ve berxwe didin. Li hemberî gotina; “Netew Dewletê” “Hemû Karkerên Cîhanê Bibin Yek” bû bingeha tekoşîna proleterya. Bi van gotinên yekbûyînê destpêkê li karsaziyên Fransa û Amerîkayê karker bingeha nifşê ciwanên şoreşger ê 68’ an davêjin. Bêguman li Viyetnamê şerê gêrîla yê netewî li hember hêzên DYE (Dewletên Yekbûyî Yên Emerîka) heye. Lê yê ku mohra xwe li pevajoyê dixe hêzên karkerin, ciwanin. Bi awayek erênî ev hêz hebe jî bi gotina Marks; “Li cîhanê rihê komunîzmê digere” Kêmasiya dîrokî ya nedîtina cendê Mezopotamya berdewam dike. Ango ev rih digere. RASTE! Lê ev rih di nav çendek mirî yê meşiyayî, li Mezopotamya li ber sêdarê ye…
Hêzên sosyalîst li Tirkiye jî li ser navên çepgiriya 68’ an pêş dikeve. Yê ku pêşengtiya vê tevgerê dikin Deniz GEZMİŞ, Hüseyin İNAN û Yusuf ASLAN in. Ev her sê pêşengên sosyalîst dixwazin Tirkiyek serbixwe avabikin û di nav de şênber nekin jî pirsgirêka Kurdistanê berçav derbas dikin. Lê mixabin hêzên wek Komeleya Tekoşîna li Hember Komunîzmê ne ji wan re ne jî ji hêzên çepgir yê din re mafê jiyanê nahêle û di demek kurt de bi şehadeta wan re û bi girtinên topyekûn ê li hember tevgerên DEV YOL, DEV GENÇ, TSİP û hwd hemû hêzan bêdeng dikin. Di nav van girtinan de Rêber Apo jî heye û dema 72’ an li girtîgeha Mamakê 7 mehan dimîne, fêm dike kû pirsgirêka mezin ne pirsgirêka proleterya tenê ye. Pirsgirêka mezin pirsgirêka mirovahiyê ye, civakbûyînê ye. Lê mixabin dema ku dibîne hêzên çepgir ê ji nifşê 68’ an maye nikarin pêşengtî bikin, ew bi xwe dirabe û li cendê mirî yê meşiyayî dinêre û dubare dibêje li ber bendava çûbûkê; “Kurdistan Mêtîngehe” û dûbare ji xwe ve diçe.Rêber Apo bi van gotinên dîrokî û bi êş dest bi tekoşînê dike. Di rêwîtiya xwe ya destpêkê de bi tena serê xwe be jî bi nasîna dîrokê re li kêleka xwe Heval Heqî KARER û Kemal PÎR dibîne. Bi hatina wan ya ba hev berdewamiya hevkariya gelê Tirk û Kurd bi xwe ye. Carek din da nîşan ku em her du gel bêhev nabin. Dîrok bi hatina wan her du hevalan digihêje rasteqîna xwe. Ew tîrê kû ji kevana xwe derketî, bû stêrkek bi rihê wan û bi sîwana gerdûnê ve eliqî ma. Dîsa! Ronahî û tarîtî berê xwe didin hev di bin sîwana gerdûnê d, lê mirov dîsa dikare dîrokê berovajî bike û Netewa Demokratîk saz bike. Her çiqas bi eşkere nebe jî hîmên netewa demokratîk bi hatina wan her dû hevalan di nav Koma Apociyan de davêjin. Koma Apociyan jî mirovên evînadarên welatên xwe û ciwanên ku pira şoreşgertiyê bi vîna xwe, rihê ciwantiyê davêjin. Her ciwanek ji bo wan pîvaneke ku mirîbûyîna laş û raman dişkînin. Bi gotina Rêber Apo; “Me bi ciwantî destpêkir, em ê bi ciwantî jî bi ser bikevin.” Em ê tucarî mirîbûyînê qebûl nekin. Her yek ji wan ku xwe li dora Koma Apociyan didin hev, bê ku biwestin dixwazin rihê ber sêdarê û cendê li erdê ji holê rakin. Felsefe ew felsefeye kû bi gotina Hz. Îsa; “Ölüyü Dirilten Mûcize” xwe di nav Koma Apociyan de nûjen dike. Wekî din tû hilbijêrek nîne ku Apocî rêyekê din hilbijêrin.Tenê bawerî û hêvî hebû. Ev her du biwan ewqas bi hêz bûn ku mirovên keftar û mîna wawikan bêhna xwînê ji wan tê bi tirsa hêvî û baweriyê napikên xwe ye qirêj avêtin Aydın GÜL û Haki KARER. Bi destên Alaatin Kapan û koma Stêrka Sor di şexsê van hevalan de gelek ciwan û welatparêz şehîd xistin.Taybet bi şehadeta Haki KARER dixwestin têkiliya navbera gelê Kurd û Tirk xira bikin, bi dubendiya dîroka civaka wan bihunin. Lê mixabin ew tîra kû avêtibûn siwana gerdûnê mîna stêrkekî geş dibû, ne gengaz bû ev yekbûyîna PKK û gel xira bike. Ew rihê ku li ber sêdarê rabûyî bi avakirina PKK’ê bû rihê gel yê vêşartî ku li hemû Kurdistanê belav bû. Êdî ne tîr li ber kevanê, ne jî ciwan li ber çendê disekinin. Hemû berê xwe dabûn jiyanê.
Rabirdûya dîroka me îro jî dide nîşan ku dîroka me peywir û berpirsyariyên mezin dide ser milê me. Îro di heman demê de tişta kû 46 sal berê nikarîbûn civaka gelê Kurd biqedînin hevkariya AKP- MHP dixwaze pêk bîne. Hevkariya AKP-MHP îro ji bo vê armanca xwe bigihîne serî hemû qrêjiyan pêk tîne. Di serî de li ser ciwanên Kurd dixwaze bi politikayên hişbir û fihûşê ciwanên Kurd ji mirovbûyîna wan derxe. Herî dawî di meha Tebaxê de xwuya bû ku li Colêmergê bi zorê xwestin bi jina Kurd fûhûşê bidin kirin. Li ser vê jî yê ku li zordariyê xwedî derket û jina mexdûr tenê hişt walî û dozgeriya Colemêrgê bû. Ev tişt hemû bi zanebûyîn tên kirin û dixwazin ciwanên Kurd biqedînin. Di heman demê li ser zindanan bernedayîna girtiyên azadiyê dixwazin me Kurdan bi mirîbûyînê re rû bir û bihêle. Herî dawî 01.10.2024 li girtîgeha Metris’ê bi derketina cendê Abdûlkadir Kuday dûbare dan nîşandan kû ji derveyî mirinê ji me re tiştekî naxwazin. Lê ruxmê heval û hogirê me Abdûlkadir KUDAY ji sekna birûmet yek taviz jÎ neda û xeta Mehmet Tûncan parast.
Gelê me jî baş dizane ku em bi gotinên derewîn yên AKP – MHP naqedin û em ê her hebin. Pêwîste di salvêgera duyemîn a 22.09.2022’ an li Mêrsînê çalakiya canbexşane di şexsê Heval Sara û Heval Rûken de pek hatî û salvegera yekemîn a li nav dilê Enqere yê de di nav dilê wan de bi awayek canbexşane 01.10.2023’ an di şexsê Heval Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn de pek hatî de bi awayek canbexşane li hember faşîzma AKP- MHP gelê me yê welatparêz û cıwanên me di nav çalakiyan de bin û erka xwe ya dîrokî pêkbînin. Çawa kû gêrîla bi awayek canbexşane li Metîna, Zap û Xakûrkê û li hemû qadên Bakûr şer dike, em têbikoşin û bi rihê ROJHAT, ERDAL, SARA Û RÛKEN,û herî dawî hevallên ku li Enqerê derba mezin li dijmin da bi çalakiya fedai navê xwe li dîroka serkeftinê de nivÎsandin rêheval ROJGER HÊLÎN û Asya ELİ ‘yan de li derdora gêrîla û civakbûyînê bisekinin.