NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK (Yekitiya Ciwanên Welatparêzên Kurdîstan) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku wesayîta ku bi navê Emîn û Abdî Elban bi hev re ji bo temînata narkotîkê bi kar tînin, di dîroka Mijdarê saet di 01:30 de ji aliyê yekîneyên Şehîd Hogir Botan ve hatiye şewitandin
Daxuyanî wiha ye:
“Ji aliyê yekîneyên me ve hat tespîtkirin ku kesê bi navê Emîn Elban li Taxa 13 Mart a Mêrdînê bi hevkariya faşîstên Tirk tiryakê difiroşe û hewl dide ciwanên welatparêz tevlî vî sûcî bike.
Di encama şopandina berfireh a yekîneyên me de kesên ku bi dijmin re hevkarî kirin û li Mêrdînê xebatên sîxuriyê kirin, tiryak dibirin taxan û bi rêya ciwanan difirotin û belav dikirin. Em sûcên van kesan eşkere dikin û di bin çavan de dihêlin. Eger çalakiyên xwe bidomînin dê bi awayekî herî giran ji aliyê yekîneyên me ve bên cezakirin.”