TÛBÎNGEN – Bi pêşengiya jinên ciwan ên xwendekar ên endamên Jinên Xwendekarên Kurdistanê (JXK) li Zanîngeha Tûbîngenê semînerek li ser Polîtîkayên Şerê Taybet û çawaniya xebata mekanîzmaya xweparastinê hat dayîn. Xwendekarên Kurd û enternasyonalîst beşdarî semînera ku li bajarê Tûbîngen ê Elmanyayê hate lidarxistin bûn.
Di semînerê de; Li ser pirsgirêkên jinên ciwan ên xwendekar ên li Ewropayê dijîn li zanîngehên pergalê nîqaş hatin kirin. Di nîqaşan de hat destnîşankirin ku Polîtîkayên Şerê Taybet bi taybetî jinên ciwan hedef girtine û hat gotin ku li hemberî van polîtîkayan jinên ciwan çawa dikarin mekanîzmayên xweparastinê bikar bînin agahî hatin parvekirin. Her wiha hate diyarkirin ku li dijî êrîşên hovane yên li ser nasnameya jinên Kurd berxwedaneke xurt a paralel hate meşandin û li ser detayên vê berxwedanê nîqaş hatin kirin.
Piştî nîqaşan li zanîngehan axaftin hatin kirin ku akademîsyen û jineolojî çawa pêş dikeve.
Daxuyanî di çarçoveya amadekariyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de hate kirin.