QAMIŞLO – Jinên Ciwan ya herêma Cizîrê li Qamişlo turnuvaya kickboxingê li dar xist.
Meclisa Werzişê ya Kantona Cizîrê li Qamişlo turnuvaya vekirî ya kickboksê ya jinên ciwan li dar xist. Di turnuvayê de 4 tîmên ku ji 26 lîstikvanan pêk dihat, ji bo serketina şampiyonayê ketin pêşbaziyê. Di pêşbaziya şampiyonayê de Tîma Qelet El Beyda bû yekemîn, Tîma Çiya bû duyemîn û Tîma Şutukan bû sêyemîn. Şampiyona bi xelatkirina tîman bi dawî bû.