NAVENDA NÛÇEYAN – Ronî Med tevlîbûna ciwanan a meşa ku di 16’ê Mijdara 2024’an de bi beşdariya sed hezaran di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re azadî, Çareseriya pirsgirêka Kurd” pêk hat nirxand.
Di 16’ê Mijdarê de li kolanên Kolnê bi sed hezaran kes hatin cem hev û banga “Ji Rêber APO Re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî” kirin. Meşa îsal bi taybetî bi coş û biryardariya ciwanan bal kişand. Ji gelek welatên Ewropayê yên weke Elmanya, Fransa, Belçîka, Hollanda û Swîsreyê ciwan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO qad tijî kirin.
Ciwanan paradîgmaya Rêber APO hembêz kirin
Ciwanan ne tenê tevlîbûna girseyî ya meşê misoger kirin; ruhê berxwedanê ava kirin. Wan ji bo roja mal bi mal geriyan bi pêvajoyek amadekariyek dijwar a ku bi hefteyan dom kir, xwe ji bo meşe amade kirin. Ciwanan ji bo banga tevlêbûna meşe bi bikaranîna sanal bi biryar xebitîn. Beşa herî dînamîk û bi coş a vê temaşevanan ku ji her temenî ferd tê de bûn, ciwan bûn. Ciwanên APO’yi ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd yek bin û bi biryar in ku bi felsefe û têkoşîna Rêber APO ber bi serkeftinê ve diçin.
Ev meşa li Kolnê ne tenê peyamek siyasî da, di heman demê de bû kêliyek ku ciwanan ji bo nasnameya xwe û azadiya xwe helwesteke xurt nîşan dan. Ciwanan paradîgmaya Rêber APO hembêz kirin û di têkoşîna wekheviya civakî û azadiyê de cih girtin. Ciwanan destnîşan kirin ku banga “Azadî ji Rêber APO re” têkoşîna azadiya ne tenê ya gelê Kurd, di heman demê de ji bo hemû gelan e û ji bo berfirehkirina vî dengî hewl dan.
Bû sembola berxwedan û baweriya mezin
Ciwanan bi vê meşê careke din îspat kirin ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ne tenê têkoşîna berê ye, di heman demê de têkoşîna pêşerojê ye. Ne tenê azadiya fizîkî ya Rêber APO xwestin, her wiha destnîşan kirin ku tekane çareseriya gelê Kurd a bi rûmet Rêber APO ye. Di her pêngava meşê de gotina ciwanan a “Em ê tecrîdê bişkînin, em ê azadiyê bi dest bixin.”
Ev meşa mezin a li Kolnê careke din hêz, dînamîzm û biryardariya ciwanan a di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de derxist holê. Helwest û coşa Ciwanên APO’yi û dirûşmeyên wan bû sembola berxwedan û baweriya mezin. Bi vê meşê re gelê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dijîn careke din baweriya xwe ya ku têkoşîna wan wê bi ser bikeve nîşanî her kesî, dost û dijmin da.
Rola ciwanan di vê meşa dîrokî de ne tenê hebûna girseyê, di heman demê de dilsoziya kûr a gel a ji bo pêşeroja xwe, biryardarî û îradeya çareseriyê nîşan da. Di meşê de ciwanên ku pankartên şehîd Sara, Rûken, Erdal, Rojhat, Rojger û Asya hilgirtin dan xuyakirin ku jiyana azad ancax li ser rêya ku şehîdên azadiyê ronî kirine dibe. Ciwanên ku zêdeyî nîv sedsalê bi têkoşîna azadiyê ya Rêber APO re bûne yek, wê ji bajaran berbi çiyayan ve herikî û bi dînamîzma xwe ya bênavber bigihêje serkeftinê.