DÊRSIM – Li şaredariyên Pulur û Dêrsimê qeyûm hatin tayînkirin.
Li şaredariyên Dêrsimê yên ji aliyê Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) û Pulurê (Ovacık) ku ji aliyê Partiya Komarî ya Gel (CHP) ve tê birêvebirin, qeyûm hatin tayînkirin. Welatiyên li Şaredariya Dêrsimê nobetê digirin, bi darê zorê darxistin derve. Bendewariya li ber şaredariyê didome.
Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiye der barê mijarê de daxuyanî da û diyar kir ku li şûna Şaredarê Dêrsimê Cevdet Konak û Bîrsen Orhan Waliyê Tunceliyê Bulent Tekbîyikoğlu û li şûna Şaredarê Pulurê Mustafa Sarigül qeymeqam Huseyîn Şamil Sözen hat wezîfedarkirin.
Konak û Sarigul di 20’ê Mijdarê de bêyî îfadeya xwe ya dawî bigirin hatin darizandin û bi îdîaya “Endamên rêxistinê ne” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.