DÊRSIM – Berxwedana gel li dijî tayînkirina qeyûman li şaredariya Dêrsimê hat kirin, her ku diçe mezin dibe. Barîkatên ku ji aliyê bi sedan polîsan ve hatibûn danîn, hatin hilweşandin.
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsimê hat kirin, hejmara kesên tên şaredariyê zêde dibe. Barîkata ku li ber şaredariyê bi sedan polîsên faşîst hatibûn danîn, bi berxwedana gel hate rakirin. Gel bariyerên polîsan hilweşandin û avêtin aliyekî.
Bertekên li bajêr bi berzkirina dirûşmeyan dewam dikin.