NAVENDA NÛÇEYAN – Meclisa Ciwanên DEM’ê li dijî tayînkirina qeyûmên li şûna hevşaredarên DEM’ê yên li Dêrsime hatine hilbijartin banga çalakiyê kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Dewleta diz ku ji berxwedana bi heybet a Wan û Êlihê ders dernexistiye, dixwaze îradeya hevpar a gelan a li Dêrsimê tasfiye bike! Em bajar û welatê xwe bi îradeyeke bêdawî diparêzin! Em bang li hemû ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin ku bi ruhê Êlihê li ber xwe bidin!”