ŞIRNEX – Ş. Rojger Hêlîn û Ş. Asya Alî ên ku çalakiya fedaî kirin îro li Şirnexê û Wanê hatin veşartin û oxirkirin.
Di 23’yê Cotmehê Ş. Asya û Ş. Rojger yên Tabûra Nemiran li dijî TÛŞAŞ a Enqereyê (navenda hilberandina çekan) çalakî pêk anin. Cenazeyên Ş.Asya û Ş.Rojger piştî 31 rojan ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyê Ş. Rojger Hêlîn ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û li Goristana Şêx Hesen a li Hezex a Şirnexê bi beşdariya gelek kesan hat oxirkirin.
Cenazeyê Şehîd Asya Alî li Goristana Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê (Îpekyolu, Wan) hate veşartin. Polîsan beriya merasîma cenaze hemû rêyên diçin goristanê girtin. Polîsan ji bilî dê, bav û apê kesî nehiştin beşdarî merasîmê bibin. Piştî nimêjê şehîd Asya Elî spartin axê.