DÊRSIM – Derdora Şaredariya Dêrsimê ya qeyûm tayinî wê hat kirin, bi bariyerên betonî hat girtin. Bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tülay Hatimoğullari û parlamenteran îro tayinkirina qeyûman te protestokirin.
Gelê Dêrsimê li dijî darbeya qeyûman ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan. Hevseroka Giştî ya DEM’ê Tülay Hatimoğullari jî beşdarî meşê bû.
Tûlay Hatîmogullari li ber şaredariya axivî û got, “Gelê Dêrsimê bi Seyîd Riza re tê bibîranîn, Seyîd Riza serî netewandiye, Dêrsim serî netewandiye, wê li hemberî zilma we serî natewîne.”
Bi berzkirina dirûşmeyên “Şaredarî yên me ne, qeyûm here” û “Berxwedan jiyan e” serdanên ji bo esnafan didomin.