NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” de, yekîneyên YCWK’ê yên Farqînê Şehîd Sertîp Polat roja 23’ê Mijdarê saet 19:30’an de li Qada Bajêr li dijî maşîna zirxî ya bi tîpa Akrep çalakiyek li dar xistin.
Di daxuyaniya der barê çalakiyê de ev tişt hatin gotin:
“Çalakiyên me di serî de li dijî tecrîda li ser Rêber APO û êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê pêk hatin. Gelê Kurd bi pêşengiya ciwanên Kurdistanê yên welatparêz wê li dijî van hemû polîtîkayên qirêj timî bikevin nava liv û tevgerê. Hilweşîn wê ya dagirkeran be, serketin wê ya berxwedêran be. Bijî Şerê Gel ê Şoreşger. “