ÊLIH – Li taxên Yenîmahalle, Bağlar û Cûdî ciwanan bertek nîşanî qeyûman dan.
Ciwanên Êlihê berxwedana xwe ya li dijî qeyûman didomînin. Ciwan li taxên Yenîmahalle, Bağlar û Cûdî yên Êlihê daketin qadan û bê navber siloganên “Bijî serok APO”, “Bê serok jiyan nabe” û “Ciwan fedayê Rêber APO ye” berz kirin. Polîsan êrîşî ciwanan kir û tax borandin. Ciwanan li dijî fîşekên plastîk û TOMA’yan bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan.
Hate hînbûn ku piştî berxwedana ciwanan TOMAyek nayê bikaranîn.