NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” de, yekîneyên Ciwanên Wealatparêz ên Kurdistanê (YCWK) duh şev li gelek taxan li dijî dagirkeran çalakî li dar xistin. Ciwanên ku ketina taxan girtin bi kevir, molotof û fîşekên hewayî bersiv dan hêzên dagirker.
Berdewamiya daxuyaniya li ser çalakiyê wiha ye:
“Gelê Kurdistanê ku li dijî tecrîda li ser Rêber APO û polîtîkayên îmha û înkarê yên bi salan li ser gelê Kurd tê meşandin her tim çalakîdene, wê bi çalakiyên xwe yên bi pêşengiya ciwanan teqez encam bigire. Ciwanên welatparêz ên Kurdistanê ku di serdema dîrokî de xwedî roleke dîrokî ne, wê bi ruhê şerê gel ê Şoreşgerî li kolanan berxwedanê mezin bikin.”