MINBIC- Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a parêzgeha Minbicê bi boneya salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li qada giştî ya bajêr şahiyek li dar xist.
Gelek ciwan û gelên Minbicê beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Beriya pîrozbahî de ji aliyê endamê Yekitiya Jinên Ciwan Nesîm Ebdul der barê damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê û rola wê ya di têkoşîna ji bo bidestxistina mafên gelên herêmê de daxuyanî xwend.
Di nava dirûşmeyên silavkirina Rêber APO û partiyê de meşaleya bi navê PKK û “APO” jî hate pêxistin.
Şahî bi stranên şoreşgerî ve bi girtina govendê bi dawî bû.