ŞENGAL – 27’ê Mijdarê salvagera 46 salan avakirina PKK’ê ye. Rojekî dîrokî û rojekî hêvîyê ji bo gelê Kurdistan û hemû gelên bindest. Taybetî ji bo gelê Şengalê ku ji aliyê gerilayên HPG xwe karîbû ji destê DAIŞ’ê rizgar bibe, PKK xwedî cihekî pir giring e.
Îro li gundên Borik û Sîba Şêx Xidir ciwanên Êzidî pîrozbahiya 27’ê mijdarê dest pê kir. Bi çoş û moralekê mezin xelkê Şengalê tevlî şahiyên ku ji aliyê Yekitiya Ciwanên Êzidxan hat lidarxistin û agir pêxistin. Di axaftinê xwe de Lina Êzidî got : “PKK nehêle gelê me tune bibe. PKK şoreşa jinê çêkir. PKK bû ziman, bû çand, bû jiyan. PKK bû cihê azadiyê. Bijî Serok Apo”. Hefleyên bi dîlanên bi dawî bû.