NAVENDA NÛÇEYAN – Îro 25’ê Mijdarê roja li dijî tundiya li ser jinê ye. Bi hefteyan e jinên ciwan li seranserî Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê xebatên xwe dimeşînin û çalakiyên curbecur organîze dikin. Li Tirbespiyê û Şebayê jinên ciwan hatin cem hev û bi boneya 25’ê Mijdarê de çalakî li daxistin.
ŞEHBA
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Efrîn û kantona Şehbayê hatin cem hev û belgeya KJC’ê (Komalên Jinên Ciwan) ya der barê tundiya li ser jinê de xwendin. Piştre jinên ciwan ser bingeha belgeyan tundiya li ser jinan bi taybet tundiya li ser jinên ciwan nîqaş kirin.
TIRBESPIYÊ
Di çarçoveya çalakiyên 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de, endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ên Tirbespiyê civînek li darxistin. Civîn li Navenda Ciwanên Şoreşger a Tirbespiyê bi beşdariya 40 jinên ciwan pêk hat. Di civînê de destpêkê cureyên tundiya li ser jinê hatin nîqaşkirin û piştre jî jinên ciwan çawa dikarin li hemberî vê tundiyê tevbigerin.