QOSER – YCWK’ê ji bo pîrozkirina 46’emîn salvegera PKK’ê di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” li Mêrdînê meşek li dar xist. Piştî meşê polîsên ku xwestin mudaxeleyî ciwanan bikin bi fîşekên hewayî û teqemeniyên destçêkirî bersiv dan.
Daxuyaniya nivîskî wiha ye;
“Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” yekîneyên me yên YCWK Qoserê 24’ê Mijdarê saet di 23:00 de ji bo pîrozkirina 46’emîn salvegera PKK’ê meşek li dar xistin. Piştî meşê yekîneya me bi fîşekên hewayî û teqemeniyên destçêkirî bersiv da dijminê ku êrîşî taxan kiribû.
Weke YCWK’ê em ê di sala 47’an de li pey mîrateya mezin a ku ji me re hatiye hiştin bimeşin.”