NAVENDA NÛÇEYAN – Partiya Karkerên Kurdistanê di 27’ê Mijdarê de dikeve sala xwe ya 47’emîn. Ji sala 1978’an heya niha mîrasekî enternasyonalîst ava kir ku her ku diçe berfirehtir dibe. Ji şehîdên avakerên tevgera azadiyê Hakî Karer û Kemal Pîr ên ji gelê Laz, şehîdê yekemîn ê ereb Ezîz Ereb, heya şehîdên ku ji her çar aliyên cîhanê tevlî berxwedana lêhengî ya Rojava û şerê demê yê li çiyayên Kurdistanê bûn. Rojger Asya, ciwanekî ereb yê ku di meha Mijdarê de tevlî refên gerîla bû, ji Nûçe Ciwan re qala sedemên tevlîbûna xwe dike û banga hemû ciwanên Rojhilata Navîn kir ku berê xwe bidin tevgera APO’yî ji bo ku azadiyê gelan bidestbixin.
“Navê min Rojger Asya ye, ez ji Şamê me. Li beramberê êrîş, pevçûn û şer ku ji aliyê dagîrkeriyê ve li hemberî me tên kirin û bûyerên ku li Sûriyê û li Rojhilata Navîn bi giştî diqewîmin, pêwîstî bi şoreşgerên di xeta berxwedanê de heye ji bo em bigihêjin azadiyê. Li ser vî esasî ez tevlî Partiya Karkerên Kurdistanê bûm, ji bo ku ez xeta tekoşîna û berxwedana Rêber APO û ya hevalên ku di şer de li çiya de şehîd bûn bişopînim. Tiştê ku herî zêde li ser min bandor kir, berxwedaniya hevalên me û çalakiya ku li Enqere de çêbû û rihê di nav hevalan de. Bi rihê hevalên me ku şehîd bûn, bi rihê Şehîd Ezîz Ereb, bi rihê Şehîd Zîlan, bi rihê Şehîd Bêrîtan, bi rihê Şehîd Mazlûm Dogan, bi rihê Şehîd Asya û Şehîd Rojger pêwîste em wek wan, wek wan hevalên ku şehîd bûn, di nav xetê berxwedanê û tekoşînê de bibin, bi pîvanên Rêber APO.
Ez banga hemû ciwanan, hemû ciwanên li Sûriyê û li Rojhilata Navîn dikim divê tevlî Partiya Karkerên Kurdistanê bibin, li berxwe bidin û armanca şehîdan pêkbînin. Ez salvegera Partiya Karkerên Kurdistanê pîroz dikim, ez berxwedan û tekoşîna PKK pîroz dikim.”