LÛZERN – Li bajarê Luzern ê Swîsreyê bi pêşengiya jinên ciwan ên endamên TekoJIN’ê, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.
Di pêşengiya TekoJIN’ê de gelê Kurd ê welatparêz li Mühlenplatzê li dijî tundiya li ser jinan a li hemû cîhanê zêde dibe hatin cem hev. Beriya daxuyaniya çapemeniyê ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
Daxuyaniya bi zimanên Kurdî û Elmanî hate xwendin, “Em di 25’ê Mijdarê de, di ronahiya bîrdozî û felsefeya Rêber APO de, di şopandina heqîqetê de careke din daketin qadan. Di têkoşîna xwe ya azadiyê ya demdirêj de ji bo ku em xwe ji nû ve biafirînin, xweya ku pergala baviksalarî ji me diziye ji nû ve kifş bikin, em bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî re li ber xwe didin û rastiya jinê ji nû ve diafirînin.
Di têkoşîna bê hempa ya li hemberî vê zîhniyeta serdest de em li ser şopa Zîlan, Bêrîtan, Sara, Rojbîn û Ronahî yên bi ruhê fedaî bûne xwedawend dişopînin.
Em ê bi hêza ku ji silava Rêber APO distînin alên xwe yên berxwedanê hîn bilindtir bilind bikin. Em ê tecrîda li ser Rêberê xwe bişkînin û azad bibin. Li ser esasê parastina cewherî em ê hişmendiya dewletparêz a serdest a mêr bilind bikin, rêxistin bikin û tune bikin.”
Civîna çapemeniyê bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Jin Jiyan Azadî”, “Freiheit für Öcalan, Frieden für Kurdistan” û tilîliyan bi dawî bû.
Piştî daxuyaniyê jinên ciwan bi govenda xwe ya hole dawî li çalakiya xwe anîn.