STUTTGART – Li bajarê Elmanya Stûttgartê bi pêşengiya TekoJIN, YJK-E û Aktion Fraûen bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê meşek hat lidarxistin.
Danê êvarê jin li Stuttgart Mitte li hev civiyan û bi dirûşme û tilîliyan meşiyan.
Di korteja ku ji aliyê jinên endamên TekoJIN û YJK-E ve hatibû avakirin pankarta “Eger tundiya li ser jinê piralî ye, berxwedana wan jî piralî ye” û dirûşmên “Sara, Rojbîn, Ronahî, Jin, Jiyan, Azadî” ku her tim hatin berzkirin li kolanan deng veda.
Jinên ku beşdarî meşa ku li Qada Schlossplatzê bi dawî bû, bi coşeke mezin dawî li çalakiya xwe anîn û dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.