NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên MAK’ê li gelek kolanan Êlihê, Mêrsînê û Geverê 46’emîn salvegera PKK’ê pîroz kirin.
Ravekirin wiha ye;
“22’ê Mijdarê saet 19.00’an de milîsên me li gelek herêmên Geverê ji bo 46. salvegera PKK’ê silav bikin daketin qadan. Milîsên me 46’emîn salvegera PKK’ê li gelek herêmên bajêr bi fîşekên hewayî pîroz kirin, peyama berxwedanê dan.
Milîsên me 23’ê Mijdarê di saetên êvarê de li Taxa Huzur a Elihê daketin qadan û 46’emîn salvegera PKK’ê silav kirin. Piştî ku polîsên Tirk ên dagirker êrîşî milîsên me yên ku Cejna Vejînê bi pêxistina agir pîroz kirin, milîsên me bi fîşekên hewayî û molotofan bersiv dan. Demek dirêj di navbera milîsên me û polîsên Tirk ên dagirker de şer derket.
Milîsên me 25’ê Mijdarê saet 20.00’an li Taxa Çayê ya navçeya Akdenîz a Mêrsînê bi daliqandina ala PKK’ê ya li taxê 46’emîn Cejna Vejînê pêşwazî kirin.”