HESEKÊ – Bi boneya salvegera 46’emîn a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Tevgera Ciwanên Şoreşger bi pêşengtiya Jinên Ciwan şahiyek li dar xist.
Di despêka axaftina de salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê li Rêber APO şehîdên şoreşê û hemê gelan hat pîroz kirin û wiha hat gotin:
“Partiya me PKK partiyeke şehîdan e ku ji bo wateyeke rast bide şehadeta hevrê Hakî Karer,ji bo xwedîderketina li bîranîna wî û nehiştina xwîna wî li erdê, li ser bingeha serxistina armancên wî ava bû û nîv sed sal e di vê oxirê de bênavber dimeşe.
Di dewama axaftina de hat destnîşankirin ku ev têkoşîn wê di serî de Rêber APO, hemû girtiyên şoreşger azad bike û têkoşîna jiyana azad û bi rûmet a gel bi ser bixîne.
Şahi bi berzkirina sloganên silavkirina Rêber APO bi dawî bû.