QENDÎL- Bi boneya salvegera damezrandina PKK’ê jin û ciwanên Binarê Qendîlê diyar kirin ku Rêber Apo li dijî hemû êriş, komplo û konseptên qirêj têkoşîneke bê nimûne da destpêkirin û doza azadiyê ya gelê xwe bi hemû cîhanê da naskirin.
Îro li bi pêşengtiya jin û ciwanên Binarê Qendîlê û bi beşdariya welatiyên deverê, 46’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi hatina gel hev û xwendina daxuyaniyekê hate pîrozkirin.
Daxuyaniya ku ji aliyê Cûdî Qendîl ve hate xwendin tê de wiha hate gotin;
“Rêber APO ji gelê Kurd û hemû mirovatiyê re bû jiyanek nû, azadî, hêvî, têkoşîn, berxwedan, rêkxistin, tolhildan, çand, exlaq. Di serdemek ku li hemû cîhanê faşizmê, sermeyadariyê, desthilata otorîter û yek kesî cîhan birêve dibir de û di heman demê de têkoşîna sosyalîstan ber bi wêranbûnê ve diçû, tevî hemû zehmetî û nebûna derfetan, Rêber APO bi fikir, felsefe û paradîgmayeke nû rêye nû ya derbazbûan li dijî vê jiyanê afirand.
Dema gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd têkoşîna Rêber APO dîtin, ev têkoşîn kirin pîvanên jiyana xwe û li ser van pîvanan jiyan û têkoşîna xwe ava kirin. Li ser vê bingehê gelê Kurd, netewên bindest, jin û ciwan ji qirkirineke fizîkî û çandî rizgar bûn û di heman demê de bi pêşengiya Rêberê xwe zayineke nû afirand.
Heta roja me ya îro jî êrişên li ser Rêber APO, tevgera APOyî û gelê APOyî dewam dikin. Li aliyê din Rêber APO û tevgera wî bi têkoşîn û berxwedaneke bêhempa û bênimûne derbeke kujer li dagirker û xayînan xist. Vê têkoşînê tirs xistiye dil, mejî û xwîna tevahiya dagirker û xayinan.
Di pêvajoyeke wiha de silavkirina ji Rêber APO wê hêz, karîn û moralê me zêde bike û asta têkoşîna me bilind bike.
Em weke jin û ciwanên tevgera Apoyî û gelê APOyî gihiştine qonaxa azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe û bi destxistina statûya Kurdistanê.
Li ser vê bingehê em weke ciwan û jinên ciwan, jin û xelkê Raperînê bang li her kesî dikin ku fikir û felsefeya Rêber APO ya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz ya jinê li hemû qadan belav bikin û her tim tevlî têkoşîn û çalakiyan bibin.
Em careke din 27’ê Mijdarê, damezrandina partiya me PKK’ê li Rêber APO, şehîdan, tevahî gelê Kurd û mirovahiyê pîroz dikin.”