ÎZMÎR – Çalakîyen silavkirina 46’emîn salvegera damezrandina PKK’ê Milîtanên HBDH’ê yên diji sîstema faşîst û hevkarên wê didomin.
Ravekirin HBDH wiha ye;
“Roja 25’ê Mijdarê saet 08:00’ê sibehê li Taxa Îsabeylî ya navçeya Selçûk a Îzmîrê kargeha hilberîna kaseyên plastîk bi teknîkeke taybet bû hedefa Milîsên HBDH’ê yên Sînan Dêrsimê. Di encama çalakiyê de febrîqeya ‘Okay Plastîk’ a kesê faşîst di nava agir de bû ax.
Milîsên me bi awayekî ewle ji qada çalakiyê vekişiyan.
Zîhniyeta dewleta Tirk a faşîst-qirker ku ji roja damezrandina xwe ve hebûna xwe li ser tinekirina gelê Kurd ava kiriye, piştî sedsala dawî dest ji van polîtîkayên xwe bernedaye, berovajî vê polîtîkaya xwe ya bê nasname, tinekirina îrade, înkarkirina mafê jiyanê didomîne. Berxwedana ku ev nîv sed sal in li Kurdistanê bi pêşengiya PKK’ê li dijî vê zîhniyeta faşîst tê meşandin, îro navê xwe li cîhanê da zanîn. Yên ku dibêjin ‘PKK qediya ye û wê biqede’ êdî li ser dika dîrokê nayên naskirin.
Bi çalakiya xwe em 46’emîn salvegera damezrandina PKK’ê û berxwedana bi rûmet a gerîla silav dikin. Agirê me yê şoreşê heta ku îstîsmar û faşîzm neyê tunekirin wê li metropolên Tirkiyeyê geş bibe.
Bijî HBDH!
Bijî 46. Sala Serkeftina PKK!
Em ê faşîzmê hilweşînin, em ê azadiyê bi dest bixin.”