HAMBÛRG – Ciwanên endamên TCŞ’ê 46’emîn salvegera PKK’ê li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi meş û çalakiyan pîroz kirin. Beriya meşê ciwanan pankarta li ser wêneyên Şehîd Asya Elî û Rojger Hêlîn ên di 23’ê Cotmehê de li Enqereyê li dijî TUSAŞ’ê çalakiya fedaî pêk anîn bi nivîsa “Tirsa Komara Tirkiyeyê, Artêşa Fedayî” vekirin.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî deqîqeya rêzgirtinê, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Ferhat Mêrdîn axaftinek kir.
Ferhat Mêrdîn di axaftina xwe de 27’ê Mijdarê li hemû gelê Kurd pîroz kir û got.
Partiya Karkerên Kurdistanê di 27’ê Mijdarê de bi navê xwe hebûna gelê Kurd bi belavkirina tovê xwe li ser axa pîroz ragihand û got, eger Kurdistan îstîsmar e, çareserî jî serhildan e. “Ev 46 sal in di şexsê PKK’ê de têkoşîna gelê Kurd a bi dilê ciwan mezin dibe.
Ferhat Mêrdîn got, “Carna bû fermandarê Egît li Erûhê, carna Bêrîtan bû ku xwe li çiyayan feda kir, carna Sara, Rûken, Rojhat, Erdal, Asya û Rojger bû û ruhê berxwedanê belav kir. Em jî wek ciwanên Kurd rabirdûya xwe ya dîrokî û manewî her tim zindî bihêlin. Di dema xwe de, li cihê xwe em ê bibin agir û rêya Bêrîtanan biparêzin. PKK ruhê şoreşgeriyê belav kir û Kurdistan di destê dijminan de nehişt.”
Mêrdîn di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna 46 salan a PKK’ê û bang li ciwanan kir ku têkoşînê berfireh bikin û wiha got: “Ez weke berdewamiya vê partiyê îro roja vejînê ya gelê Kurd pîroz dikim. rêhevalên ku di eniyên şer de bi kelecanek mezin rojên azadiyê hembêz kirin, di pêşengiya Rêber APO afirînerê mirovê azad de, diyarî gelê xwe yê welatparêz dikin û dibêjin: Bijî PKK, Bijî Serok APO!
Ciwan piştî axaftinê meşiyan, di tevahiya meşê de alên TEV-DEM’ê hildan û gelek caran dirûşmên “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan”, “Zap, Avaşîn, Metîna Berxwedana Gerîla”, “Ciwan Fedaiye Rêber APO ne” û “Bijî. Serok APO.”
Çalakiya ku bi meş û dirûşmeyan dewam kir, bi govenda ciwanên Kurdistanê bi dawî bû.