SWÎSRE – Li bajarên Luzern, Zurich, Lozan û Winterthur ên Swîsreyê endamên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinên Ciwan ên Têkoşer) daketin qadan û 46’emîn salvegera PKK’ê bi çalakiyên cuda pîroz kirin. Ciwanan dan xuyakirin, ku ew ê di sala xwe ya 47’an de têkoşînê mezintir bikin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin, têkoşînê bimeşînin.
WINTERTHUR – 46. salvegera PKK’ê bi pêşengiya ciwanên Tevgera Ciwanên Şoroşger (TCŞ) li bajarê Winterthûrê li gel gelê Kurdistanê yê welatparêz bi meşekê hate pîrozkirin.
Piştî meşê meşvan gihiştin qada diyarkirî û piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi Kurdî û Elmanî daxuyanî dan.
Piştî daxuyaniyê 46’emîn salvegera PKK’ê bi coş û govendên govendê hat pîrozkirin.