MINBIC – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a kantona Minbicê bi boneya damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê, bi dirûşmeya “Vîna te ji bo me Silav e” şahiyek li dar xist. Paşê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Minbicê di axaftina vekirinê de bixêrhatina beşdaran kir û roja damezrandina partiyê li beşdaran û Rêber APO pîroz kir.
Piştî axaftinê bernameya çandê dest pê kir. Hunermend Yasmîn Efrîn, Mistefa El-Amirî û Moeyd Şwêş stran pêşkêş kirin.
Piştî bernameya çandê di programe dê de taybetmendiyek hebû. Ciwanekî Ereb li ser dikê soza xwe ya e tevlîbuyîne nava refên Gerîlayên da û ev tişt got: “Ez ê di tevgera azadiyê de bi hemû hêza xwe hewl bidim ji bo azadiya fîzîkî Reber APO tebikoşim”
Beşdaran sozdayin bi tilîlîyan pêşwazî kirin û her kesî li çepikan xist û dirûşme qîriyan.