HESEKÊ- Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û endamên saziyên sivîl, tev li şahiyê bûn ku li Parka 4`ê Nîsanê hate lidarxistin. Li parkê wêneyên Rêber APO û alên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatin daliqandin.
Endamê Meclisa Bajar a Hesekê Sabrî Efrîn di şahiyê de axivî û ev bone, li Rêber APO, malbatên şehîdan, gelê Kurd û gelên herêmê pîroz kir.
Sabrî Efrîn destnîşan kir ku PKK ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo mirovahiyê û lêgerên azadiyê û demokrasiyê tê dikoşe.
Dûre Koma Botan, Koma Sakîna, hunermend Sumeye Mihemed û Talib El Ehmed stran gotin. Her wiha ji aliyê koma dîlanê ve jî folklora Kurdî hat pêşkeşkirin.
Di dawiya şahiyê de, beşdaran bi sloganên “Bijî Serok APO” “Bijî Partiya Karkerên Kurîstan” govend gerandin.