ARSÎLYA – 46. Cejna Vejînê ya PKK’ê bi pêşengiya Tevgara Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Taxa Mariagnane ya bajarê Marsîlya yê Fransayê hat pîrozkirin.
Bi sedan ciwan li Qada Marignane hatin cem hev û bi alên Rêber APO, pankartên şehîd Hakî Karer, Mazlum Dogan, Kemal Pîr û Mehmet Hayrî Durmuş, alên PKK’ê û meşaleyan meşiyan.
Endamên TCŞ’ê yên ku li qada Marîgnane dest bi meşê kirin, gelek caran bi dirûşmeyên “Silav, silav ji Îmraliyê re hezar silav “, “Bijî Partîya Karkerên Kurdistan”, “Ciwan Fedaiyên Rêber APO Ne” û “Bê Serok Jiyan Nabe” meşiyan. Meş li ber Şaredariya Marîgnane bi dawî bû.
Di dawiya meşê de ciwanan daxuyanî dan.
Beriya destpêkirina daxuyaniyê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
Rustem Serhed piştî deqîqeya rêzgirtinê axivî û diyar kir ku PKK’ê destkeftiyên nemimkun bi dest xistiye û gelê Kurd ê ku li ber çavan nayê girtin vejîne. Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Serhed diyar kir ku PKK partiyeke ciwanan e û destnîşan kir ku di vê pêvajoya dijwar de heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO bi dest bixin wê ciwanên APO’yi li qadan bin.
Ciwanan jî bi fîşekên hewayî cejna vejînê pîroz kirin.