NAVENDA NUÇEYAN – Ji bo şermezarkirina erîşên çeteyên El Nusra û Dewleta Tirk a dagirker li Heleb û Şehba, bi pêşengtiya Yekîtiya xwendekarên Şehba de gelên Efrînê derketin kolanan.
Wek tê zanîn li Helebe îro 4 xwendekarên zaningehê li hindire avahîya zaningeh de hatin qatil kirin. 2 xwendekar jî birîndar bûn.
Hemandemê zarokekê keç ê ku di encama erîşên çeteyan de birîndar bûbû şehîd ket. Ev şer ti ehleq, kuralên navnetewî û ne mafê mirovan û her wiha mafê zarokan nasdike. Ji bo piştgiriya berxwedana gelê Helebe û șermezarkirina vê şerê qirej bi sedan xwendekar, jin û ciwan kombûn û bi slogana “derkevin netirsin, welatê xwe bixwazin!” meşiyan.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Yekitiya Xwendekaran de hate dayîn, ji reya giştî re û taybet bangawazîya gel Ji bo destpêkirina pengava şerê gelê şoreşgerî hat kirin.
Her wiha li Halebê jî li taxa Şexmaxsud gel bi wesayitan di nav bajar de geriyan û bi sloganên ku hatin avetin ve gel banga şerê gelê şoreşgerî kirin.