HESEKÊ- Hevberdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger Ronahî Amanos ku di 15’ê Mijdarê de di encama krîza dil de şehîd ket, bi çalakiya ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatibû amadekirin, li salona Xabur a Hesekê hate bibîranîn. Di bîranînê de endamên Meclîsa Ciwanên PYD û MSD’ê jî amade bûn.
Di merasîma ku bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir de, Berdevka Meclîsa Jinên Ciwan a MSD’ê Nadya Yûsif ev tişt anî ziman: “Şehîd Ronahî li hemû qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber û bê gilî ked da. Rojekê jî dev jê berneda. Şehîd Ronahî ne tenê li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, di heman demê de endama Însiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn bû. Ji bo ciwanên Rojhilata Navîn jî gelek ked da. Em ê rêya ku şehîd Ronahî daye me bidomînin û xeyalên wî pêk bînin. Em ê bîranîna şehîd Ronahî her tim zindî bihêlin.”
Dayê Zekiye ku dema şehîd Ronahî li Hesekê timî li mala wî dima, ji malbata şehîd Ronahî û hemû malbatên şehîdan re sersaxî xwest û di merasîmê de ev tişt got: “Ronahî bi zarokan re zarok bû, kal û pîran re pîr bû. Ew jîr û bi hêz bû. Ew her cîhê ku diçû xweş dikir.”
Piştre jî li ser wesiyeta şehîd Ronahî, helbest ji aliyê hunermend Ferhad Merde ve hate pêşkêşkirin.
Bîranin bi sînevîzyona ku ji bo ya Ş. Ronahî Amanos hatibû amadekirin berdewam kir.
Piştî nîşandana sînevîzyonê ciwan û jinên ciwan ji bo şehîd Ronahî mûm vêxistin.
Bîranîn bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.