ŞEHBA- Xelkê kantona Efrîn û Şehba li Pakrewangeha Şehîd Zozan Amanos a li bajarokê Fafîn a Şehba kom bûn û şehîd Rûsêl Mihemed Xelef veşartin. Şehîd Rûsêl di êrişa dagirkeran li dijî gundê Helîsa de birîndar bûbû, di encama birîna xwe de şehîd bû.
Di merasîmê de li ser navê Mafên Zarokan a kantona Efrîn û Şehba Lava Ehmed axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her tim sivîlan bi taybet zarokan hedef digirin û li dijî wan sûcên hovane pêk tîninb.”
Dûre li ser navê Meclisa Kantona Efrîn û Şehba Mistefa Hesen axivî û got: “Em 7 sal in li Şehbayê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tê dikoşin û li ber xwe didin. Îro jî zaroka Rûsêl ji ber wan êrişan şehîd bû.”
Di dawiyê de wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.