ŞEHBA- Êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Heleb û Şehbayê dewam dikin, leşkerên rejîma Sûriyeyê mîna li Helebê jî Şehba terikandin û reviyan.
Weke ku di dîmenên nûçegihanê me yê herêmê de tê dîtin, leşkerên rejîmê ji Şehbayê derdikevin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin moral û motîvasyona gelê Efrînê li hemberî van hemû êrîşan bilind e. Gel diyar kir ku ew bi biryar in ku bi ti awayî cihê xwe neterikînin û di Têkoşîna Şerê Gel ê Şoreşgerî de bi israr in.