NAVENDA NUÇEYAN- Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Bakur û Rojhilatê Surî de derbarê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Şerê Cihanê a sêyemin bi şêwazên qirkirinê ser rojhilata navin de her diçe zêde dibe. Şer û pevçûnên ku li cîhan û Rojhilata Navîn diqewimin bandorê li tevahiya Sûriyê dike, rewşa niha ya welat aloztir dike û ji bo gelên herêmê dibe sedema metirsiyên mezin. Beramberê wi şerê yekane çareseri xwe sipartina heza xwe ya cewherî ye. Wek tê zanin çeteyan, 27’ê Mijdarê de bi desteka dewleta Tirk a dagirker û faşîst dest bi êrîşan kirin. Ji ber vî weke ciwan û jinên ciwan divê em ji hemû cureyên şer û pevçûnan re amade bin û karibin li dijî van şeran pêşengiya berxwedanê bikin.
Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo parastina gel û axa xwe amade ne. Li ser esasê îdeolojî, bawerî û hêza ku me ji Rêber APO girtiye û bi ruhê fedayî yê ku me ji Şehîd Asya û Şehîd Rojger girtiye, em ê li dijî van êrîşên qirêj li ber xwe bidin û têbikoşin. Ser vî esasê em bangawazi dikin ku hemu ciwan seferber bibin û tevle hêzen parastina xwe bibin û şer bikin.
Divê ciwan û jinên ciwan ên Kurd, Ereb, Ermenî, Asûrî û Tirkmen piştgirî bidin hêzên xweparastinê ên li eniyên şer û weke her car bi hev re welatên xwe biparêzin. Her ciwanê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî, divê xwe weke şervanekî azadiyê ya Rêber APO bibîne û li gorî vê berpirsyariyê bigire ser milê xwe; Ji ber ku xweparastin mafê herî xwezayî ye. Me berê bi pêşengiya ciwan û jinan şoreşa Rojava bi dest xist. Bi dînamîzma ciwanan û fikir û felsefeya Rêber APO, çeteyên DAIŞ’ê hatin şikandin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker hatin pûçkirin. Niha dema zindîkirina ruhê şoreşê ye. Di vî qonaxa dîroki de em bi rihê 19 Tirmêhê xwe seferber bikin û şoreşa gelan ser bixin.
Li ser vê bingehê em bang li tevahî jinên ciwan û ciwanên APO’yî dikin:
Werin em dawî li şerê qirêj ê li Rojhilata Navîn bînin û hemû cure planên qirêj têk bibin.
Werin em ji bo hemû gelên bindest jiyanek azad, wekhev û bi rûmet pêk bînin.
Werin tevlê Cenga Azadiyê bibin, şer bikin; axa xwe, welatên xwe biparêzin!!!”
Tevegera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan
01.12 2024