QAMIŞLO- Yekîtiya Jinên Ciwan îro li bajarê Qamişlo bîranin ji bo Şehîd Ronahî Amanos li dar xist. Li navenda Mihemed Şexo ya Çand û Hûner endamên Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger, Meclîsa Malbata Şehîdan, Kongra Star, PYD û gelê Qamişlo kom bûn û Şehîd Ronahî Amanos bi bîr anin.
Şehîd Ronahî Amanos bi navê Hêvîn Hisen, di 15’ê Mijdarê 2024 de li nexweşxaneya Ş. Xebat Derîk a Qamişlo gihişt asta şehadetê. Şehîd Ronahî hevberdevka rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger bû û di xebatên ciwana de kedek pir mezin da. Ji despêkê şoreşê heya roja şehadeta vê di nava xebatan de cihê xwe girt. 2014 tevlî hezên parastinê yên YPJ bû û di vir de ji bo parastina welatê xwe erka xwe pêkanîn. Piştî vê di sala 2020’an de derbasî xebatên Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger bû û di asta pêşengtî de rol leyist.
Bîranin di deqeyek rêzgirtin ji bo hemû şehîdên şoreşê despêkir. Piştî vê li ser navê Meclîsa Malbata Şehîdan Şemzîxan Gulo axifî. Gulo di axaftîna xwe bi pîrozkirin salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan dêstpêkir. Di şexsê hemû şehîdên şoreşê de Şehîd Ronahî bibîranî û behsa keda heval Ronahî kir û diyar kir ku Şehîd Ronahî weke fermandarekê pêşeng derbasî dîrokê qeheremanên şoreşê bû.
Piştî vê li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Viyan Hisî axifî. Viyan qala bîraninên xwe bi Şehîd Ronahî kir. Da xuyakirin ku yê herî giring ewê ku em xwedî li xeyalên şehîdên xwe derkevin û ala wan ê têkoşînê bilind bikin. Her wiha di axaftina xwe debehsa kesayeta Şehîd Ronahî kir, ku bi kedkarî û dilnizmbûna xwe bû înak ji hemû Jinên ciwan û ciwanan re.
Piştre di bin siloganên ”Şehîd namirin” de mûm hatin pêxistin û li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Ronahî sinevisyonek hat temaşekirin.
Di dawiyê de hûnermendê Danîş Botan stranê ”Tu kedkarê kedê” ku Şehîd Ronahî pir jê hez dike got û diyarî Şehîd Ronahî kir.
Bîranin bi siloganên ”Şehîd namirin”, ”Ronahî namire” û ”Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî Bû.
Rêhevala Şehîd Ronahî Viyan wiha qala bîranina wê dike:
”Navê min Viyan e. Ez ji Qamişlo me. Em îro li vir hazir in ji bo bîranina Şehîd Ronahî. Min heval Ronahî li Medinê Şebab naskir. Rêveberiya me bû. Min gelekê jê hez dikir. Ji me hemûyan re hertim dilgerm bû. Tim bi ken bû. Têkoşîna heval Ronahî çawa despêkir, tevlî YPJ bû. Hîn pir ciwan bû. Li ser rêya gelek şehîdan meşiya, weke Şehîd Avaşîn, Şehîd Vejîn û Şehîd Bişeng. Hertim karê xwe dikir, bê ku biweste an jî gazinca bike. Karê xwe bê kemasî pêk danî. Ji wextê ku tevlî xebatên ciwanan bû û berî jî di hezên askerî de gelek ked da. Ji herema xwe Efrînê ferî berxwedan û têkoşînê bû. Hedefa wê ew bû ku fikreê Rêber APO bighne hemû ciwanan. Emê reya Şehîd Ronahî bişopînin û xeyalên wê pêkbînin. Dawî de jî sersaxî ji malbata wê re dixwazim.”