PARÎS – Li banliyoya Grigny ya Parîsê bi pêşengiya ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyey, çalakiyek hate lidarxistin.
Ciwanên ku li ser banga Koordînasyona TCŞ’ê derketin kolanan, piştî meşê li Gara Trenê ya Grîgny daxuyanî dan çapemeniyê.
Ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê, di şexsê şehîdên êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de deqîqeyek rêz hate girtin. Li dû deqîqeya rêzgirtinê li ser navê TCŞ’ê axaftin hat kirin.
Li ser navê TCŞ’ê Şervan Wan axivî û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, “Ev êrîş êrîşeke li dijî paradîgmaya Rêber APO û destkeftiyên gelê Kurd e.”
Şervan Wan axaftina xwe wiha domand: “Divê her ciwanê Kurd bi ruhê seferberiyê tevlî vê pêvajoyê bibe û destkeftiyên xwe biparêze. Pêwîst e di her alî de bi awayekî çalak beşdarî pêvajoya seferberiyê bibin.”