VÎLLÎERS LE BEL – Kurdistaniyên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên bi pêşengiya TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinên Ciwan ên Têkoşer) li dijî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herikîn qadan.
Ciwan û Kurdistaniyên ku li gelek welatên wekî Elmanya, Fransa û Swîsreyê ku amadekariya çalakiyan dikin, banga şikandina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û qirker dikin.
Li banliyo Villiers Le Bel a paytexta Fransa Parîsê ji aliyê TCŞ’ê û Meclîsa Gel a Şehîd Evîn Goyî ve li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hate lidarxistin.
Çalakî li ber stasyona trenê ya navendî piştî deqîqeyek rêzgirtinê ji bo kesên di êrîşan de şehîd bûne destpê kir.
Li kolanên herî qelebalix ên Villiers Le Bel, ciwanan pankartên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û qirker vekir. Di çalakiyê de dirûşmên “Faşîst Erdogan” hatin qîrîn.
Di çalakiyê de bang li gelê derdorê hate kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi daxuyaniyên bi zimanê Fransî helwestê nîşan dan û bal kişandin ser êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana YPG-YPJ” hatin berzkirin û stranên sembola Şoreşa Rojava hatin lêxistin.
Meş piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li ber Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Vîllîers Le Bel bi dawî bû.