DRAGUIGNAN – Li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengiya ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi sedan welatparêz daketin qadan.
Girseya gel li ber PTT’ya Dragûîgnan dest bi meşê kir û heta ber walîtiyê Dragûîgnan meşa xwe berdewam kir.
Di meşê de li dijî êrîşên li ser Rojava bi Kurdî, Fransî û Tirkî axaftinên agahdarkirinê hatin kirin û dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin.
Di axaftinên hatin kirin de; Li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê bi ruhê seferberiyê bang li gel kirin û diyar kirin ku ew ê li qadan bin.
Welatiyên ku hatin ber Walîtiyê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz girtin, piştre li vir daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniya çapemeniyê de bal hat kişandin ser ruhê seferberiyê yê gelê Kurd û ciwanên Kurd ên li dijî êrîşên li dijî Rojava.