NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona Cîwanên Kurdistanî ên Fransa (CKF) li dijî êrîşên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî da û bang li ciwanên Kurd kir ku bi ruhê seferberiyê dakevin qadan.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Şoreşa Jinê ya Rojava ku bi taybetî di pêşengiya ciwan û jinan de pêk hat, bi pêkhateya çandî-civakî ya ku bi mozaîka gelan derketiye holê ava bûye û ji hemû cîhanê re bûye îlhameke çandî. Lewma Şoreşa Jinê ya Rojava şoreşeke çandî ye. Gelê Kurd, Ereb, Asûrî, Ermenî û Tirkmen bi paradîgmaya netewa demokratîk xwe birêxistin dike û didomîne.
“Parastina Rojava parastina hebûnê ye
Bi krîz û kaosa ku kûrbûna Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li Rojhilata Navîn dixwest li ser gelan biafirîne, dewleta Tirk a kolonyalîst plana xwe ya şer bi rêya çeteyan bi rengekî qirêj û bêexlaq xist dewrê. Şerê ku wî li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê da destpêkirin, şerê li dijî destkeftiyên Kurdistanê, dergûşa mirovahiyê û bi taybet Rojava û paradîgmaya civaka exlaqî-siyasî ya Rêber APO ye. Divê bi zelalî were zanîn ku ev êrîş şerekî ku dewleta Tirk bi rêya heman çeteyan ve hatiye plankirin û rêvebirin e.
Şoreşa Jinê ya Rojava ku bi taybetî di pêşengiya ciwan û jinan de pêk hat, bi avahiya çandî-civakî ya mozaîka gelan ava bû û ji hemû cîhanê re bû îlhamek çandî. Lewma Şoreşa Jinê ya Rojava şoreşeke çandî ye. Gelên Kurd, Ereb, Asûrî, Ermenî û Tirkmen bi paradîgmaya neteweya demokratîk xwe birêxistin dikin û didomînin. Lewma divê em armanca van êrîşan baş fêm bikin. Armanca van êrîşan li dijî paradîgmaya neteweya demokratîk û civaka exlaqî-polîtîk e. Li ser vê bingehê em weke Ciwanên Kurdistanî yên Fransa bang li hemû ciwanên Kurd ên li Fransa û Ewropayê dijîn dikin ku li dijî êrîşên Rojava seferber bibin. Di pêvajoyeke wiha de divê ciwanên Kurd li hemberî êrîşan bêdeng nemînin û bi ruhê seferberiyê destkeftiyên Rojava biparêzin. Ji ber vê em ji hemû ciwanan re vê dibêjin;
Parastina Rojava tê wateya parastina hebûnê.
Parastina Rojava tê wateya parastina felsefeya jiyana Ehlaqî-Polîtik û paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber APO.
Parastina Rojava tê wateya parastina çand û exlaqê Kurdan.
Parastina Rojava tê wateya parastina mirovahiyê.
Werin em li dora Rojava bibin yek û destkeftiyên xwe biparêzin.
Werin em li ser vê bingehê têbikoşin, çeteyên barbar ên dagirker ji Kurdistanê derbixin, em Şoreşa Jinê ya Rojava biparêzin.
Bijî paradîgmaya Neteweya Demokratîk a ku Rêber APO ava kir.
Bijî têkoşîna jiyana hevpar a gelên Kurd, Ereb, Asûrî, Ermenî û Tirkmen.”