MARSÎLYA – Ciwanên endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) li Balafirgeha Marsîlyayê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.
Li hundirê balafirgehê ciwanan pankarta “L’etat turc massacre les Kurdes! Défendons le Kurdistan!” (Dewleta Tirk Kurdan qetil dike! Werin em Kurdistanê biparêzin!) û “Contre L’occupation Turquie Protégeons La Révolution Du Rojava” (Em Şoreşa Rojava li Dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk biparêzin”, “Kurdistanê Biparêze” vekirin. Ji 27’ê Mijdarê û vir ve dirûşmeyên “Vîvle YPG” û “ava rejîma” berz kirin. Êrîşên li ser Rojava yên ji wê demê ve destpê kirine şermezar kirin.
Ciwanên ku li balefirgehê bi dirûşmeyên ku qîriyan bala gel kişandin, her wiha bi zimanê Kurdî û Fransî daxuyanî dan.
Li ser navê TCŞ’ê Rûstem Serhed daxuyanî da û diyar kir ku ji 27’ê Mijdarê û vir ve êrîşên çeteya artêşa Tirk a dagirker li dijî Rojava destpê kirine û destnîşan kir ku ciwanên Kurd wê her tim li dijî van êrîşan bisekinin.
Ciwanan di berdewamiya daxuyaniyên xwe de diyar kirin ku ew li gel hêzên Rêveberiya Xweser in û ew ê bersivê bidin êrîşên li ser Kurdistanê û destnîşan kirin ku ew ê rê nedin çeteyên DAIŞ’ê yên ku Tirkiye destekê dide wan, derbasî Kurdistanê bibin.
Ciwanan bi dirûşmeyan çalakî bi dawî kirin.