BERN – Li Bernê ya Swîsreyê li dijî êrîşên çeteyan yên li dijî Rojava û Helebê di pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Yekîtiya Jinên Kurd Lo Swîsre (YJK-S) de daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Di daxuyaniyê de endamê TCŞ’ê Rojhat Derîk got ku em ti carî gelê xwe û hemû gelên cîhanê bi tenê nahêlin û di axaftina xwe de ev tişt anî ziman;
“Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger careke din li dijî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên faşîst ên girêdayî wê yên li dijî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bang dikin. Şerê ku li Rojhilata Navîn berdewam dike ji bo berjewendiyên emperyalîstan jiyana hemû gelên herêmê xera dike û nirxên mirovatiyê binpê dike. Ev şerê bi xwîn ê li Sûriyeyê parçeyek ji planên faşîst ên li dijî têkoşîna gelan a ji bo yekîtî û azadiyê ye. Lê belê em ciwan li hemberî vê fermana qirêj serî natewînin!
Me weke Tevgera Ciwanên Şoreşger sond xwar ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê gelê xwe û axa xwe biparêzin. Di vê rêyê de em ê bi îdeolojiya Rêber APO û lehengiya Şehîd Asya û Şehîd Rojger şer berfireh bikin û faşîzmê hilweşînin. Em ê van êrîş û zîhniyeta faşîst a ku wê têkoşînê li hemû cîhanê berfireh bike tune bikin.”
Piştre di axaftina li ser navê YJK-S’ê de hat gotin, “Dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê yên faşîst ên paşverû, bi êrîşa li ser Herêma Xweser a Rojava dixwazin kaos û pevçûna li Sûriyeyê girantir bikin. Çeteyên ku Tirkiye destek dike, diparêze û bi rê ve dibe, armanca wan ew e ku destkeftiyên ku gel bi kedeke mezin bi dest xistine paşve bixin.”
Piştî YJK-S’ê Siyasetmedar Ferhat Encû mafê axaftinê girt. Ferhat Encû got, “Dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê weke her car îro jî dixwazin gelê me tasfiye bikin. Rêveberiya Xweser îro daxuyaniyek da û banga seferberiyê li gelê me kir. Îro roja parastina hebûna xwe ye, pêwîste em ziman û nasnameya xwe biparêzin.”
Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.