LÛZERN – Li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li ser Rojava, bi pêşengiya TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) bi beşdariya endamên Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Luzernê êrîş hatin protestokirin.
Beriya çalakiya li ber stasyona trenê ya navendî ji bo hemû şehîdên Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin. Li dû kêliya rêzgirtinê li ser navê meclisa Luzernê Ercan Guneş axivî û bal kişand ser girîngiya têkoşîneke topyekûn a li dijî êrîşên dagirkeriyê.
‘EM Ê HER TIM LI QADAN BIN’
Guneş di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û qirker seferberî hatiye ragihandin û got; “Weke partiya me ragihand, seferberî hatiye ragihandin. Weke gelê Kurd ê li Ewropayê dijîn, ne tenê îro em ê her tim ji bo parastina Rojava li qadan bin. Rojava 12 sal in hemû xebatên xwe bi rêveberiya xweser pêk tîne. Lê belê dewleta Tirk a faşîst nikare vê bihese û her tim êrîşî Rojava û gelê Kurd dike. Em jî rûbirûyê metirsiyeke mezin in, ji ber wê jî em ê her tim li herêman bin.”
‘EM Ê DESKEFTIYÊN XWE YÊN ROJAVA BIPARÊZIN’
Parlamenterê berê yê HDP’ê Musa Farisogullari di çalakiyê de axivî û bal kişand ser girîngiya xweparastinê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker. Axaftina Farisogullari wiha ye;
“Di demên dawî de li Rojava bi pêşengiya dewleta Tirk a faşîst û bi hevkariya DAIŞ’ê êrîşên hovane tên kirin. Şoreşa Rojava şoreşa gelên Rojava û hemû Kurdistanê ye. Bi keda hemû pêkhate û pêkhateyên me hatiye avakirin. Xuya ye dewletên statukoparêz hewl didin Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve dîzayn bikin. Dixwazin li ser gelê me û destkeftiyên me şerekî mezin bidin destpêkirin. Li gorî daxuyaniya partiya xwe, divê em weke gel bi gelê xwe re her tim li ber xwe bidin û cihê xwe di nava şerê gel de bigirin. Divê em bi ruhê seferberiyê Rojava biparêzin û çalakiyên me wê her tim bidomin. Ji bo gelên Kurdistanê yên li hemû Ewropayê dijîn li ku derê bijîn jî em ê her tim li qadan bin û bi mezinkirina berxwedana xwe piştgiriyê bidin gelê xwe yê Rojava.”
Piştî Farisogullari endamê TCŞ Luzernê Mehmet Demîr axivî û diyar kir ku divê ciwan li dijî êrîşên dagirkeriyê bibin xwedî helwest. Demîr axaftina xwe wiha domand;
“Me weke Tevgera Ciwanên Şoreşger sond xwar ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê gelê xwe û axa xwe biparêzin. Li ser vê rêyê bi îdeolojiya Rêber APO û lehengiya Şehîd Asya û Şehîd Rojger em ê şer berfireh bikin û faşîzmê hilweşînin. Em ê van êrîşên faşîst û zîhniyeta ku wê têkoşînê li hemû cîhanê berfireh bike tune bikin.
Çalakî bi qîrîna dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Şerê Gelê Şoreşgerî” bi dawî bû.