NAVENDA NUÇEYAN- Bi Pênûsa Berîvan Cudî
“Ez dixwazim bi gotinekî Rêbertî dest bi nivîsa xwe bikim. Rêbertî dibêje, “Heger hûn di armancên xwe de weke tavê zelal bin, çi bibe bila bibe hûn ê armanca xwe winda nekin, pêkbînin.” Fîlozofek çawa ji bo fêmkirina gerdunê emrê xwe giştî feda dike, çawa pêxemberek ji bo ku exlaqa civakê biparêze bi salan berê xwe dide çiya û şikeftan? Çawa xwedawendek li hember zilamê qurnaz dikeve di nava tekoşînekî bêhempa da ku wan berhemên avakiriye, ji bo civaka xwezayî cardin bi dest bixe? Çawa ji bo kîsoyekê dema ku serê xwe ji hêkê derdixe û çavê xwe li ruyê dinyayê vedike û dest bi tekoşîna xwe dike ku xwe bigihîne deryayê û ruxmê hemû zehmetiyan jî digihêje deryayê. Û dikeve di nava lêgerîna ku dakeve kurahiya okyanusê, ji bo giyayê ku bi pirtikên stêrkan xwe têr bike û bi vî awayî jiyana xwe berdewam bike. Çawa ku ji bona çukekî penguen her tevgerek, her dansek dike ji bona rengê xwe nîşan bide ye, ji bona ku xwe bi çukekî mê ya penguen re bide qebûlkirin û ji xwe re malbatek ava bike.
Ez jî weke jinekî Ereb di nav şert û zurufên gelek giran de hatime dinê û civaka min jî bi her cûre zor û zehmetiyan re rubiru ma ye. Min jî ji ber wê rastiyê dît, berê xwe da nava tekoşîna azadiyê û meşa xwe li ser reya heqîqetê didomînim. Ez vê reyê bernadim, heta ku bigihêjim heqîqeta xwe. Dibe ku pir caran mirov di destpêka meşa xwe de pir lez biçe, carek mêze dike ku westiya ye, ji ber ku zor û zehmetiya bidestxistina azadiyê ne hêsan e. Carna jî dibe ku pir hêdî diçe û her carê serê xwe bilind dike, lê dizivirê û dixwaze bibîne ka rê çiqasî maye, lê mixabin ji armanca ku me daye pêşiya xwe re hêja ma ye. Cardin pêhesiyaye ku di nava du rojan de dikare bigihêje û rê bi dawî bike, lê vê carê xwe dide kêleka rê û dirûne, li rê mêze dike, çiqas çûye çiqas maye dihizire. Bêguman reya ku maye jî pir û pir dirêj e. Lê mesafeya ku li pişt xwe jî hiştiye asta şoreşekê de ye. Rast e, dawiya wê nayê dîtin û her ku diçe zehmettir jî dibe, yê bibe jî. Heya her ku diçe merheleyên wê jî yê girantir jî bibin.
Li cihê sekiniye vêcarê li ber bi jêr ve mêze dike, reya ku xilas kiriye kurt dixwuye û jêra wê dinêre hê jî pir ma ye. Dengê hûndirîn wê demê dikeve dewrê û bê ku henaseya xwe bistîne qêrîn dike, “Heval Bêrîvan, heval Bêrîvan, Bêrî! Tu min dibihîsî, neyê xapandin bi dîtina despêka serê rê. Rabe ser xwe û reya xwe dewam bike. Bi sekinandin, mêzekirin, henase sitandin û fikirandin ev rê xilas bibe, xilas nebe ne girîng e. Ew bi giştî te direng dixîne.” Ya girîng di armanca xwe de zelal buyîn e, wek ronahiyekê deyne pêşiya xwe û bimeş e.
Bila ji te re bibe delîl û ber bi wê ve bibezî, nesekine, li pişt xwe jî nenêre, tê bigihêjî armanca xwe, tinê bi sebir be û tekoşîna xwe xûrt bike. Serkeftina me ji her demî nêztirî me bûye.”