WÎNTERTHUR – Welatparêzên ku bi pêşengiya ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst û qirker û hevkarên wê yên li ser Rojava hatin cem hev, li Gara Trenê ya Winterthurê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Li ser banga TCŞ’ê ciwan û gelê welatparêz daketin qadan û li ser navê Şehîdên Şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest bi daxuyaniya çapemeniyê kirin.
Li ser navê TCŞ’ê Mîran Mêrdîn axivî û wiha got; “Şerê ku li Rojhilata Navîn berdewam dike, ji bo berjewendiyên emperyalîstan jiyana hemû gelên herêmê têk dide û nirxên mirovatiyê binpê dike. Ev şerê bi xwîn ê li Sûriyeyê parçeyek ji planên faşîst ên li dijî têkoşîna gelan a ji bo yekîtî û azadiyê ye. Lê em ciwan li hemberî vê şerê qirêj serî natewînin!”
Endamê TCŞ’ê Mîran Mêrdîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha got; Weke ciwanên Ewropayê em li ku bin bila bibin dengê gelê xwe. Divê em dakevin qadan û têkoşîna li dijî faşîzmê bilind bikin û hevkariya dewletên bêdeng ji cîhanê re ragihînin. Berpirsiyariya parastina van xakên ku bi berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, li ser milê me hemûyan e. Êdî dema derketina kolanan, mezinkirina berxwedanê û parastina azadiyê ye! Ji bo faşîzm li her derê raweste divê çalakî werin li dar xistin!” wî diyar kir.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana YPG” û “Bijî Berxwedana YPJ” piştî daxuyaniya bi zimanê Elmanî bi dawî bû.