NAVENDA NÛÇEYAN – Yekitiya Ciwanên Welatparêzên Kurdîstanê (YCWK) bi daxuyaniyeke nivîskî bang li gel û ciwanan kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferber bibin.
Daxuyanî wiha ye:
“Weke YCWK banga me ji hemû ciwanên welatparêz ên Kurdistanê re ye!
Dewleta Tirk a qirker ku dîroka xwe bi komkujî, qirkirin, sirgûn, zext û dagirkeriyê ava kiriye, îro jî heman tiştî didomîne. Dewleta bêçare ku bi xeyalên xwe yên peymana neteweyî ya li Rojhilata Navîn tevdigere û DAIŞ û çeteyên HTŞ-AAS diparêze, bi çeteyên xwe zemîna kaos û qetlîamê li axa Rojava û Sûriyeyê organîze kiriye. Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk a qirker di firsenda yekem de dest bi êrîşên li ser destkeftiyên Kurdan û gelên herêmê yên bi bedelên giran li Rojava û Sûriyeyê kir. Dewleta çete ya nîjadperest dijminê Kurdan ê hov e û firsendeke herî biçûk jî dixwaze bi qirkirina Kurdan biqedîne. Şoreşa Rojava ya ku di pêşengiya jinên Kurd ên leheng de tarîtî çirand û mîna ronahiyê mohra xwe li Rojhilata Navîn hişt, bi avdana her milekî van axan bi xwînê hate bidestxistin.
Kurdan bi fedekariyên bêhempa DAIŞ’a ku ji bo cîhanê û mirovahiyê bû metirsiyeke mezin têk bir. Armanca vê zemîna xeternak a ku ji aliyê dewleta Tirk û hêzên navneteweyî ve li Rojhilata Navîn hatiye organîzekirin, tasfiyekirina Rojava û terikandina gelên herêmê di xefika mirinê de ye. Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Şehba-Til Rifat ku bi sed hezaran Kurd lê dijîn, qetilkirina sivîlan û îşkencekirina jinan, pêngava yekemîn a senaryoya qirêj a li ser Kurdan e. Bê guman hêzên azadiyê û gelê me yê Rojava wê bi awayekî çalak beşdarî pêvajoya seferberiyê ya ku bi hişmendiya şerê gel ê şoreşgerî hatiye destpêkirin, bibe. Rola ku ciwan û gelê Bakurê Kurdistanê di pêşxistina şoreşa Rojava de lîstin rastiyeke ku nayê înkarkirin. Ji bo vê jî divê ciwanên Kurdistanê û gelê me yê welatparêz li Bakurê Kurdistanê tevlî parastina Rojava ya li ber qetlîamê ye bibin û her parçeyekî Tirkiye û Kurdistanê bikin qada şer careke din rola xwe ya dîrokî bilîzin.
Ji ber ku me parastina xwe ya li hemberî qetlîaman xurt nekir, dîroka me tijî trajedî ye. Dema ku ciwanên Kurdistanê dîtin ku vî gelî Şengal, Kobanê, Sûr û Cizîrê jiyane, divê destûr nedin yên nû. Divê destên ku digihîje gelê me bişkîne û dewleta Tirk di xwîna ku dixwaze birijîne de bixeniqîne. Ji vir em bang li ciwanên YCWK’ê dikin: Êdî dem hatiye ku bi destpêkek bi rûmet bersivê bidin vî şerê rûmet û azadiyê. Dem hatiye ku li her derê nakokiyan pêşbikeve û cesareta dewleta Tirk bişkîne û dev ji hevesa xwe berde. Divê ciwanên Kurdistanê zanibin ku ev bendava metirsîdar a ku sînorên sebir û tehemulê derbas dike, wê her der bibe topek ji agir derbas bibe. Divê ciwanên birûmet ên Kurdistanê ku pêşengiya gelek serhildanan kirine, li her derê çalakiyan li dar bixin û her kesî bixin nava liv û tevgerê.”