LEIPZIG – Li bajarê Leipzig ê Elmanyayê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ciwanên enternasyonalîst daketin qadan.
Çalakgerên ku ji bo dilsoziya bi şoreşa Rojava re hatin gel hev dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî, Bijî Berxwedana Rojava, Bijî Berxwedana Gerîla û Hoch die Internationale Solidarität” berz kirin. Dirûşmên wan li kolanan deng veda.
Ciwanan piştî meşê daxuyanî dan çapemeniyê û gotin, “Em diyar dikin ku em li kêleka hemû hevrêyên xwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe didin û ji hevalên xwe re hêzê dixwazin. Em di wê baweriyê de ne ku em neçar in ku bi yekbûna bi hevalên xwe yên li çaraliyê cîhanê re bi ser bikevin. Ji ber vê yekê divê her kes ji bo parastina Şoreşa Rojava dakeve qadan.”